Main » 2010 tebax/gelawêj 16 » Mijara karanîna ‘çekên kîmyewî’ ya TSK’ê li Meclîsa Alman e
12:32 Mijara karanîna ‘çekên kîmyewî’ ya TSK’ê li Meclîsa Alman e | |
Partiya Sosyal Demokrat
(SPD) mijar bir Meclîsê û xwest ku îdîayên ku dibêjin Tirkiyeyê çekên
kîmyewî bi kar aniye, bêne lêkolîn kirin. Cîgira Berdevkê Peywendiyên
Derve yê SPD’ê û Seroka Komîsyona Bêçekirinê ya Meclîsa Almanyayê Uta
Zap diyar kir ku îdîayên dibêjin hêzên çekdarên tirk li dijî gêrîllayên
PKK’ê çekên kîmyewî bi kar anîne, mirov ‘matmayî dihêle’. Zapê bi bîr
xist ku îdîa cidîne û ji wêneyan diyare ku cenazeyên gêrîllayan hatine
şêwandin û got, "Li gorî rapora Enstîtuya Tiba Edlî ya Zanîhgeha Hamburg
Eppendorfê, di wêneyên cenazeyên gêrîllayan de diyar dibe bi dibitiyek
mezin li dijî gêrîllayan çekên kîmyewî hatine bikaranîn, delîlên ku di
wêneyan de piştrast dike ku gêrîlla bi çekên kîmyewî hatine kuştin. Zap bal kişand ku Tirkiye yek ji endamên welatên Peymana Çekên Kîmyewî ye û diyar kir ku welatek endamê NATO û dixwaze bikeve YE, ger vê peymanê binpê bike, ev yek nayê pejirandin. Her wiha Zap ragihand ku wana jibo Wezîrê Derve yê Almanyayê Guido Westerwell serî li Komîteya Pişkinandina (kontorkirin) Çekên Kîwyewî (OPCW) bide bang kiriye û ragihand ew ê giliyê vê yekê li cem OPCW bikin. Her wiha Zap diyar kir ku divê Tirkiye vê mijarê zelal bike û ger zelal bike wê bi kêrê Tirkiyeyê bê. | |
|
Total comments: 0 | |