KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 18 » Mudurê ROJ TV yê berê wê bê darezandin
15:20
Mudurê ROJ TV yê berê wê bê darezandin
Dadgeha Danîmarkayê ragihand ku, midurê berê Manoucher Zonoozî (dema ew ji Roj Tv vediqete 500 hezar Kron pere li ser navê xwe zimet dike) jiber îdîayên bêbingeh di derbarê Roj TV de dabû û Servîsa Nihênî ya Danîmarkayê (PET) wî diparast, jibo hesab bide, wê polîs wî bi darê zorê bibin dadgehê.

Li Kopenhangê doza li dijî Midurê berê yê Roj TV Manoucher Zonoozi hat berdewamkirin. Di runiştina rojek berê hatî rêvebirin de, dihat hêvîkirin ku di dozê de, behsa wê çawa û kengî Zonoozi pere vegerîne bihatiba kirin. Lê Zonoozi beşdarî rûniştinê nebû.

Jiber wê parêzerên Roj Tv yên doz vekirîn, ji dadgehê xwest ku Zonoozi bi darê zorê bînin dadgehê. Dadgehê jî daxwaza parêzeran pejirand û biryar da ku Zonoozi bi zorê bînin dadgehê.

DIBE KU BÊ GIRTIN

Ger Zonoozi di rûniştina piştî vê de, garantiyek ku bê bawerkirin wê pereyê ji Roj Tv girtî dîsa vegerîne nede, dibe ku bê girtin û bişînin girtîgehê.

Li gorî rojnameya Danîmarka, "Berlingske Tidende", Zonoozi ji hezîranê heta niha ji ber îdîayên gef lê tê xwarin, ji aliyê Servîsa Veşartî ya Danîmarka "PET" ve tê parastin.

Zonoozi di agahiya dayî rojnameyê de di derbarê Roj Tv de gotibû ku têkiliya Roj Tv bi PKK’ê re heye û îdîa kiribû ku piştgiriya aborî dike.

Roj Tv jî di daxuyaniya dayî de, îdîayan derewîn derxist û diyar kir ku ji ber Zonoozi sala 2008, 500 hezar kronê televizyonê li ser xwe zimet kiribû, ji erk hatibû dûr xistin. Her wiha hat ragihandin Zonoozi dixwaze bi daxuyaniyên derew xwe rizgar bike. Ji Ajansa Nûçeyan a Feratê
Category: Cîhan | Views: 479 | Added by: KDoz | Tags: Kurd, Roj tv, tv | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]