Main » 2010»tebax/gelawêj»14 » Nûçegihanê "Al-Jazeera" û xebatkarê rêxistina Dildarî li Amedê hatin girtin
20:18
Nûçegihanê "Al-Jazeera" û xebatkarê rêxistina Dildarî li Amedê hatin girtin
Li
Taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê Xebatkarê Kordînatoriya
Rêxistina Dildarî ya Midûriyeta Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê
Mezina a Amedê Firat Duzgun û Nûçegihanê Al-Jazeera Yilmaz Akinci şevê
din bi hiceta "Bi endamên KCK'ê re di nava têkiliyan dane" bi ser malên
wan de hate girtin. ANF'ê ragihand, ku di encama serdagirtina her du malan de nêzî 3
saetan polîsan lêgerîn kir. Di encama lêgerînê de gelek kaset, cd, hard
disk, laptop û pirtûk hatin desteserkirin. Duzgun û Akinci birin
Midûriyeta Polîsan a Amedê.