Main » 2010 tebax/gelawêj 27 » Ocalan: Ya girîng hevdîtine û yên hevdîtinê pêk tîne dewlet e
18:10 Ocalan: Ya girîng hevdîtine û yên hevdîtinê pêk tîne dewlet e | |
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pakêta Destûra Bingehîn ya AKP’ê
got, eger kurd AKP’ê ji dil nabînin, dikarin helwesta
boykotê tûndtir bikin. Ocalan got ku ew ji hatina Erdogan a Amedê
hêvîdar nîn e. Ocalan nîqaşên diyaloga dewletê ya bi wî re jî nirxandin û wiha got: „Çima ji ber hevdîtinên bi dewletê re ewqas qiyametê radikin. Helbet plana piş-dîrokî ya vê heye. Min berê tim behsa rola xwe dikir. Lê belê ji ber ku saziyan pêwistiya rola xwe bi cih neanî, hemû berpirsyariya diket ser milê min. Ez ji ber vê û ji bo sazî li gorî rola xwe musaît bibin, ji navberê vekişiyam. Nexwe hemû berpirsyarî diavêtin ser milê min. Dibe ku rewşa tenduristiya min jî, tim ne wekî niha be. Ez tim behsa zehmetiyên li vir dikim. A rast, Karayilan rastiyeke ku her kes dizane anî ziman. Derdora rojnameya Taraf û yên dibêjin wê ev pêvajoyê bixetimîne, dixwazin hukumetê rizgar bikin. Ezê besha rola hukumetê jî bikim. Hukumet bêamadekar e. Tiştên ku ji gotinên Karayilan bên fêmkirin ev in. Ya girîng hevdîtine, yên hevdîtinê pêk tîne dewlet e. Ne girîng e, yên hatine ji serokatiya fermandariya giştî, ji îstixbarat an jî ji otorîteya sivîl in. Ez ji gotinên Karayilan vê fêm dikim." Tenduristya Ocalan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê rewşa tenduristya xwe de agahî dan û wiha got: „Pirsgirêkên tên zanîn dewam dikin, eger bi ser bikevim û sax ji vir derkevim, dê ev bibe mûcîzeyek û serkeftineke mezin. Jiyana min ya li vir, jiyaneke romanî û ya dikare bibe mijara gelek pirtûkan e." | |
|
Total comments: 0 | |