PDK ji "Awêne" û "Hawlatî" 500 milyon dînar dixwaze
Sekreterê Giştî yê Polîtbuya PDK’ê doza 500 milyon dînar li
rojnameya heftane Awêne ku li Başûrê Kurdistanê xwedî rêjeyek bilind e,
kir. Bi hiceta "Awêne" di dema hilbijartina de gotiye ‘Di hilbijartinên li Hewlêrê de hîle
hatine kirin’ û ‘Serok ne baş kir’, doz lê hat vekirin. Her wiha hat
diyarkirin ku PDK’ê ji hefteya borî doza 500 milyon dînar tazmînat li
rojnameya "Hawlatî" jî kiribû.
PDK’ê jiberiya niha doza milyonek
dolar li rojnameya "Rojname" ya nêzî Tevgera Goran jî vekiribû. Berpirsê
karên nivîsê yê rojnameya Rojname Azad Çalak, di derbarê doza ku
Hukûmeta Herêma Kurdistanê li rojnameya wan vekirî de ji ANF’ê re
axivîbû û diyar kir ku rayedarên Herêmê dixwazin bi cezakirina rojnameya
me çapemeniya azad bêdeng bikin.