KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 5 » Pîlotê F-16 yê Tirk li kampên El-Qaîde ye
16:58
Pîlotê F-16 yê Tirk li kampên El-Qaîde ye
Li gorî nûçeya Associated Press ku dispêre agahiyên sîxûrî yên rayedarên Pakîstanî daye rojavayiyan, di nava kampên El Qayîde yên ku hikumet nikare kontrol bike û di bin desthilatiya eşîretan de ne, gelek Ozbek, Çeçen û Ereb perwerdeyê dibînin. Rayedarek yê servîsa îstîxbata Pakîstanê diyar kir ku gelek ji wan kesên têne perwerdekirin ji berê jî perwerdeyek baş dîtine û pîlotek F-16 yê tirk jî di nava wan de ye.

Saziya hikûmetê GCHQ ya ku li Înglîstanê çavdêriya ragihandinê dike, diyar kir ku ew texmîn dikin ku nêzî 20 milîtanên li ser sînorê Pakîstan û Afganîstanê ji Înglîstanê ne. Hat diyarkirin ku piraniya van milîtanan li Wezîrîstana Bakûr ya ku her tim dibe hedefa balafirên bêmirov yên CIA’yê.

Rayedarek yê Hikûmeta Înglîstanê ku nexwest navê xwe bêje, diyar kir encamên guhdarkirina telefonan, herêma Midlands ya ku piraniya penaberên Pakîstanî lê bi cih bûne, nîşan dide. Hefteya borî jî berdevkek yê Buroya Polîsa Krîmînal ya Elmayaya Federal ragihandibû ku nêzî 70 kes ji Elmanyayê çûne Afganîstan û Pakîstanê. Her wiha diyar kir ku di destê wan de delîl hene û piraniya wan dîsa vegeriyane Elmanyayê.

Faysal Şahzadê ku hewl dayî roja 1’ê Gulanê, li Qada Times ya New Yorkê wesayîta bombe barkirî biteqîne, gotibû ku ew ji aliyê Talîbanan ve hatiye perwerdekirin. Yekîneyên Pakîstanê di operasyona ji beriya niha demekê li dar xistin de dest danî bûn li ser pasaporta kesê bi navê Said Bahajî yê ku di nava kesên êrişa 11’ê îlona 2001 li dijî DYE pêk anî de bûn. ji ANF
Category: Cîhan | Views: 443 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]