Pirtûka helbestvan Riyad
Ahmed ji Weşanên Welat derket. Ev behrem ji 208 rûpelan pêk tê û
derdora 100 helbestan di hundirê xwe de dihewîne. Carna jî yek helbest
bi serê xwe dîroka şoreşekê di nava xwe de vedişêre. Helbestvan Riyad
Ahmed dengê ku ji dilê wî derdikeve bi hesanî derbasî dilê xwendevanên
helbesta wî dibe, bê destûr xwe li bin guhê dîwarê dilan dide û tê de
lûsa xwe çêdike. Ji xwe hîmekî herî bingehîn ê helbestê hestên mirov in,
dema ku bûyerek bandora xwe ya mezin li helbestvan bike û wî mecbûr
bike, xewa şevan lê biherimîneh û gotinê ji birîna dil derkeve, wê gavê
mirov dikare navê helbestê li wan gotinan bike. Bûyerên ku bûne
mijarê helbestên Riyad Ahmed tev ji nêz ve gelê wî eleqedar dike, ne
tenê wiha lê piraniya xelkên wî yên di nava vê têkoşînê de ew êş û kul,
ew hêvî û bendewarî jiyane û her roj dijîn. Helbestên Ahmed beşek ji
jiyana me ya rojane ye ku em dijîn lê tiştê ku wî guhertiye ew bûyer bi
hostatiyeke mezin a helbestvanekî û hesteke bilind ê têkoşer û
kurdewarekî de anîne ziman û xemilandine. Riyad Ahmed di helbestên
xwe de ji bilî êş û kulên gelê xwe, di helbestên xwe de rûyê rûpelên
dîroka zordest reş dike bi tîrên pênûsa xwe û li ber çavan radixe. Ahmed
di helbesta xwe ya bi navê "Min helbestek nivisand” de behsa gelek
mijar û bûyerên balkêş dike û di yek helbesta xwe de behsa bi dehan
mijarên ku ji nêz ve helbestên xwe dike. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku
Ahmed di vê helbesta xwe de dîroka şoreşeke mezin û dirêj vedibêje. Helbestvanê
me şevên zivistana dijwar, çîrokên evînên nîvcomayî, baranên ku êş û
kulan dişon û rondikên ku bi barabê re dibin rêheval, çîroka Mezlûman,
Egîdan, Berîtanan û Zîlanan bi hestên nazik û evîna çiyan hûnandî bi
bawerî û hestên hevirmêşî li ser textê dilan radixe. Ji bo kesên ku
ew pirtûka hîna nekrtiye destê wan de beşekê ji helbesteke wî ya bi navê
"Min helbestek nivisand” pêşkêş dikim ji xwendevanên rojnameyê re. Li
berên rojê Bi hubra deryayê ya dîrokê Min helbestek nivîsî Li
ser bedena kela Amedê Û dîwarên sûra li ber rehma qederê mayî Di
nava hinavê jiyanê de Ew jiyana bê ruh, bê evîn mabû Li ser gewdên
bê gor Bi hûnandinek pir zirav Li zindanê di enîşa tarî de Ên
hatin çirandin bi agirê Mezlûman Bi ronahiya Kemal, Xeyrî, Akif û
Aliyan Min helbestek nivisand li her derên welat Li ser xaka
niştiman min nivisand Li ser simbilê geniman Li çol û beyanan Di
qûncikên tarî de Di sar û seqemê de Di şevên pir sar de Min
li ser pelên daran nivisand
Min helbestek nivisand Ji giraniya wê Pel û rûpel Bi ber bê
ketin Û windabû ji min Lê min denexist ji hundirê xwe Yek caran
gotin têra pesindan û şîrovekirina hin hestên mirov nakin, lê tenê dema
mirov wê bûyerê bijî dikare bi bandora wê hest bike. Helbestên Riyad
Ahmed jî ji bo mirov bi wê tam û çêjeya wan bibîne pêwîste ku mirov jî
xwe bixe qûncikek bê deng û helbestên wî yek bi yek bixwîne ta ku mirov
bikaribe wan hestên wî yê bilind û nazik bibîne û çêjeyê jê bigire. Bi
rastî jî demeke dirêje kêm helbestên ku rastî wan hatime dikaribûn
hestên min bidiqdiqînin lê Riyad Ahmed dikaribû bê hay û destûra min
cihê xwe di dilê çêbike, ne tenê çêbike lê bikole û şûna hestên xwe di
dil de bihêle. Ez hemû hezkiriyên helbest û wêjeya kurdî vexwendî
xwendina vê berhema hêja dikim û bi hêviya azadiyê silav û rêzên xwe
pêşkêşî Riyad Ahmed dikim di wê zindana tarî û sar de û jê re dibêjim
bila dil û destê te yên xweşik her ter û sax bin. Dawî jî bi beşekî
ji helbesteke din a Riyad Ahmed xatirê xwe ji we dixwazim, helbesta bi
navê: Bi hatina wan ……… ….. …… Rehên darê rizyayî
vejîn bûn Bi hatina wan Rojê xwe xemiland Bi govenda wan Xweza
kirasê evînê li xwe kir Bi stranên wan Bazên evîna welat Bi
awirên tûj Çirandin perdên tarî Bi hêrsa xwe silav dikin Bi
kenê rûyê xwe Bang dikin çiyayên bêzar Qada cengê bi hatina wan sînga
xwe vedike welat.org
|