Main » 2010 tebax/gelawêj 4 » Piyanoya Mozart a 235 salî li Almanya hate dîtin
21:18 Piyanoya Mozart a 235 salî li Almanya hate dîtin | |
Li bajarê Baden-Baden yê li başûr-rojavayê Almanyayê piyanoyek hate dîtin. Tê texmîn kirin, ku mûzîkvanê bi nav û deng Wolfgang Mozart li ser vê piyanoyê lîstibe. Kesekî ku di salên 80 de ji sedsala berê ev piyano kirî bû û berî demekê di riya înternetê re xwestibû bi 40.000 € (52.85 $) bifroşe, (niha buhyayê wê bi melyonane). Bi vî rengî ev piyano xuyakir. Piyanoya ku bi texmîn a Mozarte di sala 1775 hatiye çêkirin. Ev piyano yek ji heşt kevintirîn piyano di cîhanê de ye. Mozart, di sala 1756 de li bajarê Austriya Salzburgê ji dayik bûye. Mozart, ku bavê wî jî mamosteyê muzîkê bû, hîn di temenê zarokatiyê de xwedî dest bi mûzîkê kir. Mozart, bi xisletê xwe yê awarte di hemû cureyên mûzîkê yên weke dans, opera, senfonî, sonat, konçerto û muzîka odeyê de berhemên gelek giran bihû derxist holê. Lê belê ev berhemên wî piştî mirina wî ya di sala 1791 de pir bi derengî hatin nazkirin. Mozart di 5 mijdara sala 1791 mir. | |
|
Total comments: 0 | |