Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê
"Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî kir. Mezra Êzîdiyan
hê ku nû qediya di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê de, di beşa
Belgefîlmên kurt de xelata duyemînî bidest xist.
Belgefîlmê Mezra Êzîdiyan ku di encama lêkolîna çar salan de derketiye
holê, ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî ya Avusturyayê ku dê roja 4'ê avrêlê
dest pê bike jî hatiye hilbijartin.
Rodî Yuzbaşi heta niha di heman demê de gelek pêşengehên wêneyên wî jî
vekiriye. Wî li ser xebatên xwe pirsên me bersivand.
Tu dikarî hinekî behsa xwe û xebatên xwe bikî?
Ez wênekeş im. Wêne dikişînim. Di warî de projeyên min hene. Yek ji van
"Mirovên Çiyayê Kose” ye. Jiyana li newalên çiyayekî herêma Serhedê, bi
sernavê hilberînê dikişînim. Ev çar sal in bi vê projeyê re mijûl im û
li ber qedandinê ye. Ya diduyan jî Êzîdî ne. Û di projeya xwe ya bi navê
"haletî rihiya Stenbolê” de heft karakterên cuda û jiyana wan a salekê
dikişînim. Her wiha projeyên belgefîlman amade dikim "Mezra Êzîdiyan"
jî di encama projeyek min a wênekeşiyê de derkete holê. Bi heman awayî
min bi navê "Mirovên Çiyayê Kose” belgefîlmek amade kiriye. Xebatên vê
du salan dom kirin, niha li ber amadebûnê de ye.
Gelo mebesta te ya bi kişandina êzîdiyan çi ye?
Di dîroka erdnîgariya me de, gelek êş hatine kişandin. Lê em li ser vê
yekê zêde ne xwedî agahî nen. Pirî caran di dîrokê de, me xwe bi xwe
zirar kirine. Êzîdîtî baweriyek herî qedîm ya mezopotamyayê ye.
Baweriyek wisa ye, ku nêzî xwezaya mirovan, aştiyane û ekolojîk e. Bela
ku berhemên yezdan in, li ber mirov, xweza û her zindiyên xwezayê rêz
digirin. Êzîdî, xwedî hinek taybetmendiyan in, mirov û mêvanperwer in.
Egîd in û bi van xweseriyên xwe têne nasîn. Lê dewletên serdest û
pergalên van dewletan, ne xwestine ku li Kurdistanê çand û baweriyên
cuda bijîn. Di dîrokê de bi lîstikên cuda, li ser van çandan hatiye
lîstin. Mixabin her çandên ku ji bo pêşerojek xweştir tekoşîn dane, bi
xizanî, cehalet, çewsandin û asîmîlasyonê hatine sekinandin. Xwe bi xwe
hatine dijminkirin. Xebata min a der heqê Êzîdiyan de ji ber van sedeman
e. Ango ger em hev nas bikin, emê hêsantir xwe bigihînin rastiyê. Û em
xwe bigihînin rastiyê, ez bawerim emê hîn bibin ku tu ferqa me ji hev
nîn e. Dijminê me zêdetir aliyên me yên zeîf in. Em çiqas zeîf bin,
dijminê me ew qasî xurt dibe. Ji ber van sedeman min xwest jiyan û
serpêhatiyên êzîdiyan deşîfre bikim. Lewre her çiqas em hewl didin ku
wan nas bikin, em çewtî û xeletiyên xwe ên der barê nêzîkdayîna xwe yên
li dijî wan dibînin. Bi kurtasî dikarim bibêjim, em çiqas nas bikin emê
wî qasî hez bikin. Û em çiqasî hez bikin jî emê lê xwedî derkevin.
Dema kişandina vî fîlmi de te xebateke çawa meşand. Tu dikarî hinekî
qal bikî?
Bi salan e ez xebatên wênekeşiyê didomînim. Bi vê sedemê li gelek aliyên
Kurdistanê ez geriya me. Ez bi riya wênekeşiya xwe çûm gundê Êzîdî ya
Nîsêbînê. Berê min zêde ew nas nedikir. Wan bandoreke mezin li ser min
hişt. Pir bêdeng û bi efsûn bûn. Di wêneyan de jî, xweseriya wan
derdikete pêş. Diayên wan bi kurdî ne, wekî ku tê zanîn Êzîdîtî
baweriyeke kurdan e. Her ku min fêm kir û fêrî êzîdiyetiyê bûm ez
têgihiştim ku heya niha me êzîdî çewt fêm kirine.
Mezra êzîdiyan li wê herêmê tenê ew maye. Di gund de tenê şeş mal hene.
Zarok û pîr... Belgeefîlma min der barê serpêhatiyên wan de ye. Li
Kurdistanê di 30 salên dawî de koçek mezin çêbû. Ji ber êrîş û
çewsandinan êzîdiyan terka gundên xwe kirin. Zêdetirê wan çûn li
Ewropayê bi cih bûn. Koçberî bi xwe trajediyek e. Bîreke bêdawî ye. Di
vê xebata xwe de min xwest, ez berê kameraya xwe ber bi kesên çûyî ne,
kesên mayî ve bizîvirînim. Ji bo wan jiyan pir xedar e. Lewre ew jiyana
ku di ciwantiya xwe de, xeyala wê didîtin niha ji bo wan pir dûr e. Bi
tenê ne. Di vî gundî de, karek ku bikin jî nîn e. Ji ber vê yekê, hest û
êşên wan roj bi roj kûrtir dibin. Pêşeroj ji bo wan muamma ye. Ji xwe
temaşevan fîlmê bibîne, dê fêm bike ku tevli êzîdiyan mirovahiya me jî
têk diçe.
Ji bo derhênerekî arîşeyên belgefîlman çi ne û ji bo ku sînemaya
kurdî pêş bikeve divê çi bê kirin?
Di serî de me arîşeya aborî pir kişand, lê li gorî min, divê ji bo me
derhêneran ev mijar ne astengî be. Bi butçeyên pir piçûk jî, dê tiştên
hêja derkevin holê. Pirsgrêk zêdetir di nifşa dawî de ye. Her kes nîqaş
dike, lê kesek tiştekî naafirîne. Bi ya min arîşeyên herî zêde ev in.
Lewre ji bilî me, derhêner û televîzyonên ku bi van mijaran ne eleqedar
dibin nîn in. Ya herî kambaxtir jî temaşevanên belgefîlmê nîn in. Lewre
mirov wekî ku hatibin hipnotîzekirin. Ji bo ku belgefîlm bê hezkirin û
temaşekirin, divê civakek xwedî raman hebe. Mixabin em ji vê yekê dûr
in. Kêşeyên teknîkî jî ji aliyê dir astengî ne.
Ji bo ku em fîlmên baş çêbikin, di serî de divê zimaneke me yê xweser
hebe. Mirov çi bi çi awayî nîşan dide ew jî girîng e. Divê kesên zîrek
bêne gihandin. Divê dibistanên me hebin. Ya herî giring jî divê em axa
xwe û çandên li ser vê axê dijîn nas bikin. Em civakek wisa ne, ku çanda
me ya bi nivîskî nîn e. Zêdetir dîroka me di berhemên devkî de ne. Ji
ber vê, hê ku dîroka me li ser piyan e, divê em vê dewlemendiyê bi
belgeyan bihêlin ji bo dîrokê. Nirxên me ku ji bo pêşerojê bingeha
civaka me ne, di çîrok, efsane, lîstik, şahidî stran, dia û zargotina
me, veşartî ne. Ger ev têk biçin, emê bi xwe jî têk biçin. Emê bi tenê
bibin, vaye em roj bi roj ji axa xwe jî vediqetin.
Bi gelemperî belgefîlmên ku ji hêla derhênerên kurd ve têne çêkirin
tu çawa dinirxînî?
Di fîlmên ku nû tên çêkirin de, tamek xav heye, mîna tama zingarê.
Sedema vê ya herî berbiçav jî, derhênerên kurd, bingeha diyardeyên xwe,
li ser formata berhemên rojavayî ava dikin. Bêguman derfetên neyînî
mirov nikare paşguh bike, lê tiştê ku ez dixwazim bibêjim, dê astengî
her tim hebin, ji ber vê yekê jî çewsandinên dewletê, astengiyên
aboriyê, ne tiştên asê ne. Lewre ger ev astengî nebûna, ji xwe belkî dê
sedemên me yên afirandinê jî nebûna. Ji bo ku hunera me pêşbikeve lazim e
felsefe, sosyolojî, arkeolojî, muzîk, şano, edebiyata me jî xurt be. Ji
ber vê yekê em dikarin bibêjin, eger em bixwazin filmê me bê hezkirin,
wê çaxê lazim e ku em wan hunerên dinê jî, pêş bixin û bidin hezkirin.
Lê wexta ku me ev rastî dît, wê demê jî, emê bibînin ku dengbêj,
çîrokbêj, stran, dia…ji bo me çiqas girîng in. Ez bawerim, wê çaxê emê
li serê xwe jî bixin. Ji ber ku me gelek mirovê xwe bi hafizeyên wan ên
xurt xist bin erdê.
|