KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 28 » "Rojev" jî ji bo mehekê hat girtin
16:54
"Rojev" jî ji bo mehekê hat girtin
Rojnameya Rojev ya ku 4 rojan piştî girtina Azadiya Welat dest bi weşanê kir, jibo mehekê hat girtin. Rojnameya Rojev a di 13'ê Mijdara 2009'an de li Amedê dest bi weşanê kir û piştî demekê navber da weşanên xwe di 24'ê tebaxa 2010'an careke din dest bi weşanê kir. Rojnameya Rojev ji ber hejmara xwe ya îro, bi hiceta di rûpela yekemîn de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala PKK'ê cih girti mehekê hate girtin. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bî îdaya ku "Propangandeya PKK-KONGRA-GEL" kir û hiceta girtinê "Rojnameya Rojev a ku li Stenbolê tê weşandin û belavkirin ji ber hejmara 28'ê tebaxa 2010'an a 36'an di rupela yekemîn de nivîsa "Boykotê bişidînin" de posterê Abdullah Ocalan û ala rêxisitnê weşandin û di rûpoela 8'an de jî nivîsa "Boykotê berfireh bikin" Abdullah Ocalan û endamên rêxistinê bi hev re kirine wêne û wişandine û propagandeya PKK/KONGRA-GEL kir" nîşan da.

Dadgehê her wiha biryara hemû komkirina hejmara îro da û derbarê Midûrê Karên Nivîsê û xwediyê rojnameyê de lêpirsînê bê vekirin da.
Category: Welatê me | Views: 417 | Added by: KDoz | Tags: Tirk, PKK, Azadiya Welat, Ocalan, Rojev | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]