KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 24 » Serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya serokê yekîtiya fûtbola Asya yê kir
17:28
Serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya serokê yekîtiya fûtbola Asya yê kir
Serokê herêma krudistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn, pêşwazîya serokê yekîtiya fûtbola Asya yê Muhemmed Bin Humam û şandeya pê re kir. Di evê dîdara navbera herdu alîyan de, serokê yekîtîya fûtbola Iraqê û çend endamên komîteya olempîk a herêma kurdistanê jî amade bûn.


Li angora evê nûçeya ajansa Eswatuliraq di vê dîdarê de behsa rewşa fûtbola Iraqê û herêma Kurdistanê hat kirin û hat tekezkirin, ku herêma Kurdistnê giringîyek mezin dide werzişê û bi taybetî jî fûtbolê.

Her wiha di vê dîdarê de behsa ewê dorpêçê jî hat kirin, ewa ku li ser lîzgehên bajêrê Hewlêrê hatibû sepandin ji ber ku ewledarîya herêma kurdistanê paraztî ye û hemû dezgehên werzişî, hotel, lîzgeh û firrgeh jî lê hene.

Muhemmed Bin Humam di evê dîdarê de ragihand, ku Yekîtîya Fûtbola Asiya biryar daye, ku ew ji niha û pê ve hemû lîztinên navdewletîyên bijardeyên niştimanî û yaneyên (klubên) Iraqî jî, li bajêrê Hewlêrê encam bidin.

Category: Welatê me | Views: 392 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]