Main » 2010 tebax/gelawêj 10 » Sermetran Tutu ji Erdogan xwest ku bi Kurdan re rûne
16:31 Sermetran Tutu ji Erdogan xwest ku bi Kurdan re rûne | |
Sermetranê aşitîxwaz yê Afrîkaya Başûr Desmond Tutu yê 79 salî, ji serokwezîrê Tirk
re nameyek şand û xwest jibo çareseriya pirsgirêka
Kurd bi riyên aşitiyane dest bi hevdîtinan bike. ANF ragihand ku, Tutu di nameyê de piştgiriya Erdogan dayî filîstîniyan bi bîr tîne û bal kişand ku wê pevçûn bi riya aştiyane û muzakereyan bi aliyan bi dawî bibe. Her wiha Tutu diyar kir ku ew bi gumane ku wê pevçûnên di navbera gelên kurd û tirk de zêde bibin. Wekî din diyar kir, ku ew di wê baweriyê de ye, wê pirsgirêka kurd bi aştiyê bê çareserkirin. | |
|
Total comments: 0 | |