Main » 2010 tebax/gelawêj 13 » Swîsre 7 hezar û 500 penaberên ji Başûrê Kurdistanê vedigerîne
11:15 Swîsre 7 hezar û 500 penaberên ji Başûrê Kurdistanê vedigerîne | |
Swîsre wê bi hezaran penaberên ji Başûrê Kurdistanê paşde bişîne. Daîreya
Penaberan ya Swîsreyê, di çarçoveya biryara ku wê beriya salekê
wergirtibû de, dest bi şandina 7500 penaberên ji Başûrê Kurdistanê kir. Wekî sedem jî Swîsre îdîa dike û dibêje ku, êdî
statûyeke Başûrê Kurdistanê çêbûye û her kes li wir dikare azad
dîtinên xwe bîne zimên, li wir ewleyî heye û ti sedema ku ji mafê
penaberiyê re bibe bigeh nîne. ANF ragihand ku, daîreya Bilind ya Penaberan ya Swîsreyê daxuyaniyek da û got: " Gelek penaber ji biryarê nerazîne û îtîraz lê kirine, lê îtîrazên wan bêyî ku l iser wan lêkolîn jî bibe hatine redkirin”. Penaberên ji biryara Dewleta Swîsreyê nerazî jî îdîa dikin ku partiyên kurd li Kurdistanê zextan li wan dikin, lewra ew dixwazin ku Swîsre vê rewşê li ber çavan bigre. Penaberên ji Başûrê Kurdistanê ku beriya niha biryar protesto kiribûn, piştî ku dewletê dest bi şandinan kir, niha xwe amade kin ku bi çalakiyên cur be cur nerazîbûnê li darbixin. | |
|
Total comments: 0 | |