KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 25/01/15
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 12 » Wê li Amedê Navê gund û bajaran bi Kurdî jî bê nîvisandin
19:22
Wê li Amedê Navê gund û bajaran bi Kurdî jî bê nîvisandin

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir di civîna bi muxtarên gundên girêdayî navenda Amedê re civînek li dar xist û diyar kir ew ê tabelayên navên kurdî yên gundan daliqînin.

Şaredarê Bajarê Mezin yê bi pirsgirêkên taxan guhdarî bike, li taxa Baglarê bi muxtaran re civînek li dar xist. Di civînê de şaredara Baglarê Yuksel Baran, rêveberê giştî yê DISKI Fexredîn Çagdaş, serokên daîreyan û muxtarên taxên Gommetaş, Kolludere, Uzunbahçe, Kabahidir, Kortepe, Tellikaya, Topyolu, Topraktaş, Yeşildalli, Yukari Mola Ali,Çiçekliyurt, Pınaroğlu, Buçuktepe, Kamışpınar û Karahan amade bûn.

Baydemîr guhdarî pirsgirêkên tax û gundan kir û têbinî girt. Muxtaran xwest ku li gel navê taxan yên tirkî navên kurdî jî bêne zêdekirin. Ji ber ku her kes navên kurdî bi kar tîne. Baydermîr jî diyar kir ku hewl didin ku amadekariyên xwe yên di vî warî de biqedînin.

Hat ragihandin ku wê Şaredara Baglarê, Yuksel Baran jî li pirsgirêkên gundan guhdarî bike û jibo kombûnan, mala gundan bê avakirin
Category: Welatê me | Views: 476 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]