Ciwanê Polonî yê 19 salî, jibo pirsgirêka kurd bi riyên aşitiyane bê
çareserkirin û operasyonên leşkerî bêne rawestandin, ji Polonyayê heta
Îtalyayê bi bisikletê meşiya. Ciwanê Polonî, Daniel Mafierski,
jibo pirsgirêka kurd bi riyên aşitiyane çareser bibe, ji destpêka meha
tebaxê ji welatê xwe ket ser rê. Armaca wî ew bû heta Îtalyayê bimeşe.
Jibo vê divê di Komara Çekê û Awusturyayê re derbas bibûya.