Civata Wezîran a Iraqê di civîna xwe de biryar da ku serjimartina giştî ya Iraqê heya 5 berfanbarê/kanûnê bê paşdexistin. Ji bo gotûbêjên zêde li ser wê meseleyê, prosesa serjimartina giştî hatiye paşdexistin.
Encamên fermî yên hilbijartinên Swêdê duhî diyar bûn û li gor encamên fermî çar namzedên kurd ji çar perçeyên Kurdistanê ketin parlamentoya Swêdê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahadînê pêşwazî li serokê Fraksiyona El Iraqiyeyê Eyad Ellawî û şandeya digel wî kir ku pêkhatibû ji hejmarek kesayetiyên wê fraksiyonê û Zalmay Xelîlzad.