Yekîtiya demokrtaîk ya Kurdên Feylî daxuyaniyek da û ji Parlamentoya Kurdistanê xwest ku qirkirina Kurdên Feylî wek jenosîd bê naskirin, her weha ji parlamentoya Êraqê jî xwest ku hemû mafên Feyliyan bên parastin û biryarên rejîmên Êraqê yên ku berê li dijî Kurdên Feylî hatine dayîn, bên hilweşandin.
Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya adara 2011an bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên navendî yên Ewrûpayê cîhê xwe girt. Rojnameya mehane ku bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtiye, derket pêşberî xwendevanên kurdî.